Kultur

Serokê Kurd - Derê: Germahiya bo kurdî cihê kêfxweşiyê ye

, Temûz 29th 2010 12:39 PM
 


Hewlêr, 29 Tîrmeh (AKnews) – Serokê Giştî yê Komela Kultur, Demokrasî û Hevgiriyê ya Kurd (Kurd-Der) Ahmet Aday, da zanîn ku heyama borî ya perwerdeyê de kursa kurdî dane 500 kesî û got, "Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me berê xwe daye zimanê xwe, dixwazin fêr bibinê, ev tiştekî gelek baş e. Em jî hewl didin vê daxwazê pêk bînin."

A.AdayAday, ji AKnewsê re diyar kir ku heyama borî ya perwerdeyê de 500 kesî ji bo fêrî kurdî bibin serî li wan daye û got ku wan sertîfîka daye kesên kurd bi serkeftî bi dawî anîn.

Ahmet Aday, bal kişand ku piranî xwendekarên zaîngehê daxwaza fêrbûna kurdî ji wan kiriye û aşkere kir ku di hemû pîşeyan de kesan berê xwe daye kursê. Aday, bi bîr xist ku heta niha 15 mamoste gihandine, ew ê meha îlonê mehekê wan perwerde bikin û meha paştir jî wan bişînin ser kar.

Serokê Kurd-Derê, bal kişand ku kurdî dê pêşerojê bibe zimanê perwerdeyê û ji ber vê jî her ku diçe daxwaz zêdetir dibe. Aday, da zanîn ku beşek ji kursiyeran ji bo baş zimanê xweyê dayikê fêr bibin tên û beşek din jî ji bo doktora û mastirê di beşa Kurdolojiya ku çav lê ye heyamên pêş de vebe, têne kursê.

Aday, aşkere kir ku ew ji nêzîktêdayina bo kurdî gelekî kêfxweş in û weha axivî:

"Cihê kêfxweşiyê ye ku xelkê me xwe fêrî kurdî dike. em jî hewl didin vê daxwaza wan dabîn bikin. Meha kewçerê dê heyama me ya nû bo kursan dest pê bike, heya meha gulanê em ê bi rêk û pêk rahênana kurdî bikin. Di encamê de, kesên bi ser dikevin dê sertîfîkayan ji me bistînin."   

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Festivala ‘Roj Aştiya Cîhanî’ li Hewlêrê saz dibe

Hemû

, Îlon 6th 2010 1:18 PM

Hewlêr, 6 Îlon (AKnews) – Yekem car festivala "Roj Aştiya Cîhanî" ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Hewlêrê saz dibe ku bûneyeke navdewletî ye.Li gor...

 
 
 

MORE NEWS