Curecur

Şandeya HAKPAR’ê çû serdana erdhejzedeyan

, Adar 12th 2010 12:48 PM
 


Diyarbekir, 12 Adar (AKnews) –  Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel û şandeya pê re, çû serdana gundên Elezîzê ku di erdhejedê zirar dîtibûn. Şandeyê êşa malbatên ku zirar dîtine parve kir.

amd-hakpar-heyetSerokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel û şandeya pê re, çû serdana gundên Oxçiyan, Qêlix û Tekyayê lê erdhej çêbibû û di encamê de 41 kes miribûn. Bozyel, bi malbatên ku zirar dîtine û xizmên xwe ji dest dane re guhdarî kir  û ji wan re sersaxî xwest. Bozyel ku li vir axaftineke kurt kir, wiha got:

“Em dizanin ku mirinên bi vî awayî ne çarenûs e. Dibe ku mirov bi tevahî nikare pêşî li tofan û sosretên wisa bigire, lê mirov dikare bi pêşîlêgirtinên zanyarî û rêbazên nûjen xisarê kêm bike. Mixabin li vî welatî qedr û qîmeta mirovan tune ye. Bi taybetî jî qedrê jiyana kurdan qet tune ye. Bi salan e ku dewletê ev herêm bi her awayî, bi her aliyî ve îhmal kir û evder bi zanebûn di nava xizaniyê de hişt.”

Bozyel, ji erdhejzedeyan xwest ku bi rêbazên demokratîk xwedî li mafên xwe derkevin.

md AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:21 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hikûmeta Îranê li bajarê Qezwînê 1 kes û li bajarê Ehwazê jî 3 kes bi sûcên cuda daliqand.Li gorî malpera fermî ya Îranê “farsnews”, îro, li...

 
 
 

MORE NEWS