Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 11 Adar 2010
, Adar 11th 2010 10:21 AM
Li peytext panîka cebilxaneya mobil
Rojnameya Sabahê, di sermanşêta xwe de cih ji nûçeya "kamyona tijî bimbe" ya li Enqereyê duhî hate girtin, re, veqetandiye. Di nûçeyê de tê gotin, ku ekîbên Midûriyeta Emniyeta Enqereyê li ser îxbarekê kamyona bi pleqeya 06 BJ 9915 demekê şopandiye û piştre kamyon li Gölbaşıyê rawestandiye û tê de narîncok hatine dîtin.
Di doza 16'ê Adarê de hilborîna demê
Di nûçeyeke dî ya Sabahê de, hatiye bibîrxistin ku berî 33 salan li ber deriyê Zanîngeha Îstanbulê 7 xwendekar hatibûn kuştin û ew doz wek "Tevkujiya 16'ê Adarê" hatibû nasîn, di biryara dawîn a Daîreya 1'ê ya Yargitayê de hate diyarkirin ku ew doz ber pêlên demê ketiye.
Esker li dijî venêrînê ye
Radikalê, di sermanşeta xwe de, cih ji nûçeya "Pêşniyaryasaya Sayıştayê" re veqetandiye ku di vê pêşniyaryasayê de tê xwestin ku lêçûnên leşkerî bidine ber venêrînê û di nûçeyê de hatiye gotin ku Serfermnadariya Giştî îtirazî vê yekê kiriye û li dij derketiye.
Serhatiya bi IMF’ê re qediya
Radikalê, di rûpela pêşîn de nûçeyeke derbarê IMF û Tirkiyeyê de daye û di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî hevdîtinên 19 mehan tu peymanên stand- by neyêne kirin.
Qey şahidê nepenî çûye HSYK’yê?
Starê, îdiayek derbarê şahidê nepenî Munzur de di sermanşêta xwe de daye. Di dengûbasê de hatiye diyarkirin ku navborî 23'ê Reşemiya 2010'ê bi nepenî hatiye Enqereyê û bi endamên Desteya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) re rûniştiye.
‘Zarokên baş’ andıç ji min re anî
Rojnameya Tarafê, di sermanşêta xwe de cih ji îtirafên yek ji lîderên PKK'ê Şemdin Sakık ên di kitêba bi navê "Hejariya Şidetê" de hatine vegotin, re, veqetandiye. Li gorî vê, Sakık gotiye ew ji aliyê Yeşil ve hatiye girtin û piştre mav nivîanidne û danîne ber wî ji wî re gotiye, "Tu yê ji vana re bêjî xaîn" û gef lê xwarine.
Ji mehkûmê biçûk re hêviya mezin
Tarafê, di nûçeyek dîtir de, cih ji hevdîtinên Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin ên bi CHP, BDP û MHP'ê re li ser "zarokên keviravêj" pêk anî, re, veqetandiye û gotiye, her sê partî jî bi erênî nêzî bûne.
Me efû bike Keko
Rojnameya Milliyetê, hawara Keko yê ku di erdheja Elezîzê de çûye ser kopê axê, kavilê xaniyê xwe û gotiye, "va ye dayika min li vê derê" derxistiye manşêta xwe. Di nûçeyê de hawara Keko ya li ser kavilan gava li dê û birayê xwe geriyaye hatiye bibîrxistin û hatiye gotin ku vê yekê agir bi dilê her kesê ku ew dîtî, xistiye.
Kurd, xwe bo bazara Kerkûk û petrolê amade dikin
Milliyetê, di rûpela Nûçeyê Derve de cih ji hilbijartina giştî ya li Iraqê re veqetandiye û diyar kiriye ku ligel ku 3 roj di ser hilbijartinan re borîne jî hêj encam nehatine aşkerekirin. Di nûçeyê de hatiye gotin ku li parlamentoyê 350 kursî hene, ji vana 65-70 yên kurdan in. Di nûçeyê de hatiye zelalkirin ku piraniya dengên Kerkûkê kurdan wergirtine û Rêveberiya Kurd xwe amade dike ku ji Maliki bixwaze ku Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê ve girêdin.
(AKnews Beşa Kurdî – Tirkî)
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 30 Tîrmeh 2010 |
Hemû | |
|
, Temûz 30th 2010 10:21 AM |
||
Sazkirina ewlekariyê karê hikûmetê ye (Mehmet Y. Yılmaz – Hürriyet)Mehmet Yilmaz diyar kiriye ku Walîtî û emniyetê destûr nedaye konvoya BDP'ê ya xwestiye here navçeya Dortyol a...
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 30 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 29 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 29 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 28 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 28 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 27 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 27 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ÇAPEMENIYÊ (Nivîs) – 26 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 26 Tîrmeh 2010