Nêrîn & Hevpeyvîn

Demirtaş: Çareserî ne dûr e, nêzîk e

, Temûz 11th 2010 8:02 AM
 


Hewlêr, 11 Tîrmeh (AKnews) – Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew bêhîvî û çareseriya pirsgirêka kurd nêzik e.   

S.DemirtasDemirtaş, da zanîn ku ew di demeke aloz re derbas dibin, di nav şertan de çekdanîna PKK'ê mimkûn nîne û destnîşan kir ku bi başbûna şertan ew amade ne ku banga çekdanînê li PKK'ê bikin.

Demîrtaş, anî ziman ku ew xeyala rojên bêtirs dike û got, "Xweziya min bi wê heye, ku di cografyaayeke ku pirsa kurd hatiye çareserkirin de, bêyî ku zarok tirs û metirsî di çavên ciwanên kurd de bimîne, destê xwe bixim berûka xwe bimeşim." Demîrtaş, li Bedlîsê, derbarê pirsa Kurd, nîqaşên daxistina benda hilbijartinê û muxatabgirtinê de pirsên AKnewsê bersivandin.      

Gava pirsa kurd pênase dikin desthilart bi mantiqa "Umetparêzî", CHP bi çavê "pirsa aborî" nêzî dibe ku dibêje hema "em zikê wan têr bikin bes e", MHP jî her bi mantixê berê lê dinêre. Gelo gava êirov li vana hemûyan dinêre, mirov dikare bêje, "Nêrîna wan a taybet e?     
 
Hemû jî xwedan heman mantîqê ne, navenda wan yek e. Di encamê de Dewleta Tirkiyeyê li ser binemayê nasnameya etnîkê ya Tirkî hatiye avakirin. Bi vê nêrînê, her tişta li dijî îdeolojiya fermî bi cudaxwaziyê hatiye binavkirin. Bi vê fikrê, her partiya siyasî muxalîfê xwe bi hin gotinan binav dike. Li welatî wisa bnavkirinên wisa ên bo pirsa kurd jî normal e.   

Pirsgirêka kurd, pirgirêka hebûna gel û neteweyekê ye. Heke gelek dê hebe, li welatekî ku li ser binemaya tirkîtiyê hatiye avakirin hinekî zehmet e. Di serdema me de her roj guhartinên pir mezin çêdibin divê xwedanên van fikran rûnin û baş li ser vê yekê bifikirin. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, "heke em zikê vantêr bikin dê dest ji kudîniyê berdin.", partiya îktîdarê dibêje, em li dora fikra "ummetê" bêne ba hev pirs dê çareser bibe û MHP jî ji helwestên xwe yên klasîk tawîzê nade.

Hûn tim dibêjin em ê pirsa kurd di parlamentoyê de çareser bikin. Gelo bi parlamentoyeke weha, ma ev boçûna we zêde xweşbîn nabe?

Helbet lê gava em behsa parlamentoyê dikin em behsa parlamentoya heyî nakin, em dibêjin wek sazî parlamento dikare çareser bike. Em behsa nasnameya sazîbûnê ya parlamnetoyê dikin û dibêjin ew ê çareser bike. Heke em bêjin cihê çareseriyê parlamento nîne –ku niha wisa tê gotin- wê demê dê rê li ber gurbûna şîdetê vebe û pirsgirêkeke ku diviya li parlamentoyê çareser bibe dê berê xwe bide çiyê. 

Ji bo çareseriya bi riyên aştiyane, li gorî we dêr pirsgirêka "muxatabgirtinê" çawa çareser bibe? 

Em gihîştineke qonaxekê ku êdî dikarin pirsgirêka kurd baxivin û pirsa muxatabiyê jî li ber çareseriyê ye. Heke Komara Tirkiyeyê bo çarserkirina vê pirsê dest bi hewldanan bike, 3 alternatîf dê derkevin ber me. Pirsgirê kurd, bi yek muxatab û yek aktorê nayê çareserkirin. Aliyên wê yên aborî, siyasî û kulturî hene. Di warê siasî de muxatap BDP ye, di vê mijarê de mecbûr in bi BDP'ê re baxivin. Gel li pişta BDP'ê ye.   

Her weha ji bili BDP'ê aktorên çekdar hene, BDP nikare bandorê li wan bike. Ew jî PKK ye. Pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka aştiyê ye jî, lewma jî, di vî warî de, bi awayekî xwezayî divê gel bi lîderê vê tevgerê Abdullah Ocalan û PKK'ê re baxivin. Çaresriya bi riya siyasetê û çareseriya siyasî ji hev cuda ne. Çareseriya sîyasî vana gişan vedigire û divê ev xebat bi hemdemî bête meşandin. Her kî derkeve û bibêje, "Ez ê çekan bi PKK'ê bidim danîn, ez ê aştiyê bînim" an jî bêje, "Ez ê bi BDP'ê re rûnim pırsên siyasî gotûbêj bikim, bila PKK jî xweber çekan deyne" nikare bi ser bikeve. Dewlet, hez ke rasterast, hez ke nerasterast dikare rîyekê peyda bikin û saziyên navneteweyî jî bikevin navê û pêvajoyê bixin bin garantiyê.  

Divê dewlet bi PKK'ê re diyalogê çêke û pêvajoya muzekereyan bide destpêkirin. Dikare bi BDP'ê re pêvajoyeke weha bidine destpêkirin. BDP, partiyeke siyasî ye û koma wê li Parlamentoyê heye, ji ber wê, ew hêsantir dikare barê muxatabiyê hilgire. BDP, bo vana gişan amade ye. 

Piştî şer dîsa dest pê kir, ji partiya we dixwazin ku banga agirbestê li PKK'ê bike. Gelo hûn dikarin vê bangê li PKK'ê bikin?

Tê xwestin van rojan di raya giştî de hêviyeke weha çêkin. Ev pêşniyarên weha bi zanayî wek zexteke psikolojîk li ser partiya me çêdikin. Di heman demê de manipulasyoneke siyasî tête pêkanîn. Hêza BDP'ê ya hindê nîne ku banga çekdanînê li PKK'ê bike. Lê bi riyeke siyasî, bi têkoşînekem demokratîk em dikarin vê yekê bidin kirin. Riya vê jî ew e ku divê hikûmet li me û li pêşniyarên me yên çareseriyê guhdarî bike. Ez nikarin agirbstê bi PKK'ê bidin pêkanîn. Lê ez nabêjim em nikarin çekan bi PKK'ê bidin danîn. Divê gavên berbiçav ên hêvî dide bêne avêtin piştre banga çekdanîn an jî agirbestê bête kirin.     

Em dikarin van pêşniyaran bikin, "Bila artêş operasyonan rawestîne, PKK dawî li çalakîyan xwe bîne." Divê rayedarên artêşê aşkere bikin ku ew ê operasyonan li dar nexin. PKK'ê gelek caran agirbest îlan kir lê artêşê operasyona ranewestandin.   

Ji bo daxistina benda hilbijartinê çi daxwazên we hene. Heke bê daxistin hûn ê bo hilbijartina 2011'ê çi planana bikin? Heke di encamê de koalisyon çêbe, hûn ê piştgiriyê lê bikin an na?

Pirsgirêka bendê, ji bo çareseriya hin pirsan di Tirkiyeyê de xwedan roleke sereke ye. Pirsgirêka Kurd, a ewewiyan, ya serpêçê, giş, di esasê xwe de, ji ber hindê ye ku li Tirkiyeyê siyaset bi azadî nayê kirin. Rakirina bendê dê rê li ber vê yekê veke. Dê aliyên din ên Tirkiyeyê jî bikaribin temsîla xwe di parlamentoyê de bibînin. Ev jî bihêle ku empatî bête kirin û bo çaresrriya pirsê rêbazên mantixî pirtir derxe pêş. 

Bo pirsgirêka kurd jî, rêbazên derveyî şidetê mimkûn e pirsê çareser bike. Bi vê re, aliyên din jî dê pê bihesin ku bo çarseriya vê pirsê rêbaza bikaranîna çekê tenê çare nîne. Aha parlamentoyeke weha dikare rabe, banga çekdanînê li PKK'ê bike. Bo pirsê koalisyonê jî, ji ber de, wek partî em bo pêkahtina demokrasiyê vekirî ne.   

Di navbera we û AK Partiyê de devjeniya ka kîjan partî kurdan temsîl dike heye. Partiya desthilatê behsa 70 parlamenterên kurd dike. Gelo kî nûnertiya kurdan dike?

Heke aliyek rabe bêje ez gel gişê temsîl dikim xuyaye baweriya wan bi demokrasiyê tune ye. BDP'ê, negotiye em nûnerê kurdan in û nabêje jî. Gelê kurd, xwedan bîr û boçûnên cihê yê siyasî ye. Di temsîlkirina gelê kurd de, partiyên wek HAK-PAR, KADEP'ê jî hene û gelek kurdan deng dane AK Partiyê jî. Ji ber vê jî, rast nîne em bibêjin em gelê kurd gişê temsîl dikin. Lê arstiyek din jî heye, di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de nûner em in. 
 
Îro em di ku dera çareserkirina vê pirsê de ne?

Li gorî min, em li nêzik in. Ez bêhêvî nînim. Min hay jê heye ku em di pêvajoyeke aloz re derba dibin, lê nîqaş zêde bûne û hatiye dîtin ka çareserkirina vê pirsgirêkê çend lez û bez e.    

Ma her ku çareserî nêz bû dê alozî zêde be?

Erê, her ku em nêzî çareseriyê bûm, alozî jî dê zêde bin. Hêvîda rim, ev alozî berfireh nebin û demek zû, riya aqil û mantiqê derkeve pêş û rê li ber mirina mirovan bête girtin. Pirsgirêka kurd êdî ji wê merhelay ku bi demên dirêj bête çareserkirin derketiye. Kurd êdî ji şerz bêzar bûne û aştiyê dixwazin.  
 
Serokatiya BDP'ê deyne aliyekî, parêzerî jî bila li wir be, wek kurdek, wek Selahattin xeyala te çiye?

Helbet, hêsan nîne ez van nasnameyan deynim aliyekî. Ev nasname bandorê li ser ramanên mirovî dike. Ez li gelek deverên dinyayê geriyam, min xweziya xwe gelek bi wan anî. Min mirovên ku pirsgirêkên aborî, siyasî û kulturî ên em li cografyaya kurdan dijîn, najîn, min dîtin. Wek kes, min dixwest gelê min jî wisa bijiya. Di civakeke ku di çavan de tirs tune, min dixwest destê xwe bixistana berûka xwe û xwe di kolanan de berdaba xwarê. Gava ez li çavên mirovan dinêrim dixwazim heyecana bo pêşerojê tê de bibînim. 

PORTRE / SELAHATTÎN DEMIRTAŞ

S.Demirtas1Selahattin Demirtaş, 10'ê Nîsana 1973'ê li Paluya Elezîzê hate dinê. Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedand. Serokatiya Şaxa Diyarbekiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) kir. Endamtiya TİHV û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir. Di hilbijartina 22'ê Tîrmehê ya 2007'ê de ji Diyarbekirê wek parlamenterê serbixwe hate hilbijartin. Piştre bi hevalên xwe re derbasî DTP'ê bû. Di wir de Wekîliya Serokê Komê kir. Piştre derbasî BDP'ê û û di kongreya 12ê Sibata 2010'ê de wekî Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin. 

Barzan Şerefhanoğlu / AKnews
Wergêr: om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Nêrîn & Hevpeyvîn

 

Altan Tan: Kurd li Tirkiyeyê kilîl in!

Hemû

, Îlon 2nd 2010 12:35 PM

Diyarbekir, 2 Îlon (AKnews) – Siyasetmedar û nivîskar Altan Tan destnîşan kir ku, di referandûma guhertina Destûra Bingehîn a 12ê îlonê de kurd rola kilîlê dilîzin û domand, “Li...

 
 
 

MORE NEWS